Her ji duhî hêzên Esed êrîşên xwe zêdetir kirine li ser Dûma li Xûta Şamê, di riya bikaranîna sercem cûreyên çek û topxane û rokêtan tevî bikaranîna bombeyên weşiyî yên qedexekirî.
bergiriya sivîl a bajêr îro li danê sibê şehîdbûna 10 kesan 3 ji wan jin bûn û zarokek û ketina bêhtir ji 100 birîndaran ragihand.
Li aliyek din hêzên Esed kampeke penaberan li gundewarê bakurê Laziqiyê bombebaran kir, herwiha gundên Elrîf rastî bombebarankirinê hatin bi mûşekên hilgir bi bombeyên weşiyî yên qedexekirî.
ku mûşeyek ji wan li ser kampa Obîn ya li ser sînorê Tirkiyê ket, ya ku têde bi kêmayî 5 şehîd ketin û hejmarek kesên din birîndar ketin, di wê kampê de bidehan xêzanên penaber hene yên ji bombebarana rêjîma Esed reviyane.
Hêjayî gotinê ye ku kampa Obîn bêhtir ji du salan de hatiye çêkirin, paşî çendîn caran rêvberiya wê kamp berfirehtir kiriye ji bona hêwirandina penaberan ji ber zêdebûna hejmara wan li vê dawîyê.
Jêder:Hevbendî +Tora Şam