Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî Berpirsiyar di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de ragihand ko:
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî bikaranîna firokên dagîrkerên Rûsî ji Bombeyên goşî re yên xwedan hêza wêrankirina mezin li dijî Herêmên Sivîlan li Helebê û çendîn Bajarok û Gundên Gundewarê wê yê Başûr û Bajarê Dûma li Gundewarê Şamê pirotesto kir.
Hevbendî tekez dike ko raportên desthilatên xwecihî bidest xistine û jêderên bijîşkî tekez dikin ko firokên dagîrkerên Rûsî bi dehan Mûşek ko her yekê ji wan li dora 100 bombeyên goşî di wan de hene bi ser taxên niştecihan û Kamp û Bazar û Nexweşxaneyên meydanî de berdane. Di encamê de qurbaniyên sivîl ji nav wan zarok û jin jiyana xwe jidest dane.
Hevbendiya Niştimanî doz li Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kir, da bombebarana Rûsî pirotesto bike çimkî ew tawankariya cengê ye û tawankariya qirkirinê ye. Çimkî ew hewl dide ko hejmareke pir ji sivîlan bikujin û her weha xwest ku bombebaranê birawestînin û Berpirsiyaran siza bikin.
Hevbendî berpirsiyariya encamên yasayî û tawankarî û wêrankirina giştî ya ji ber bombebarana tund ji aliyê hêzên wê ve dide ser desthilata Rûsî çimkî ew desthilata dagîrker e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
10.11.2015