Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûeiyê Xalid Xoca û Şandeya digel wî, bi Wezîrê derve yê Si’ûdiyê Adil Elcibêr û Wezîrê derve yê Qeterî Xalid Bin Mihemed Eletiya û Wezîrê derve yê Tirkiyê Ferîdon Sinêrlî Oxlo, roja Înê 13.11 li Paytexta Nemsayê Viyena civiya.
Civîngeran li ser mijara Çareseriya siyasî li Sûriyê û danûstandinên Viyena yên îro yên koma danûstandina Herêmî û Navdewletî ji bo Sûriyê, nerînên xwe ji hevûdu re gotin.
Civîngeran tekezî li ser giringiya çûna Esed û yekîtiya Sûriyê û parastina dezgehên dewletê yên ko milkê milet in kirin.
Îro Şemiyê wezîrên derve yên 17 dewletan tevlî Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî li Paytexta Nemsayê gotûbêj dest pê kirin , di hewldana danîna xalên sereke ji bo operasiyona veguhastina siyasî li Sûriyê bi beşdarbûna Rûsya û Emerîka û dewletin din.
Jêder: Hevbendî