Îro Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes El’ebde û Emîndarê Giştî Ebdililah Elfehed digel Encûmena bala ya Şoreşa Sûriyê bi amadebûna serokê wê Mutî’h Elbuteyn û çend endamên mekteba siyasî li Istanbulê civiyan.
Gotûbêj li ser dawîtirîn geşpêdanên siyasî, bi taybetî yên danûstandinên Cinêvê yên nuha çê bûn. her wiha herdu alî li ser rewşa aramiyê û binpêkirinên rêjîmê yên berdewam axivîn.
Hevbendiyê tevgera Şoreşgerî ya aştiyane anî ziman, û vegera xwepêşindanên gel yên ko ji pêvajoya siyasî re piştgiriyê dikin,her wekî piştgiriya wan ji tevgera çekarî re.
Her weha herdû alî li ser giringiya”rola dadgehan” li deverên azadkirî û giringiya piştgiriya wan û ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî axivîn, ji bo parastina ewlehiya xelkê û çareserkirina arîşeyên di nav wan de çêdibin. Ji hêla xwe de Encumana Bilind ji Hevbendiyê xwest, ji ber rola wê ya nûnertiya siyasî ji şoreşa Sûrî re, ku dezgehên cîbecîkirinê û xizmetguzariyê yên bi ser wê ve û nemaze Hikûmeta Demikî, kar bi şêweyekî yekser ji hundurê deverên rizgarkirî bikin, û sûdê ji pisporên li deverên azad wergirin.
Û lihevkirin çêbû li ser danîna pîlan û pirogramekî ji bo bihêzkirina peywendiyan di nav dezgehên siyasî û şoreşger û cîbecîkirinê yên şoreşê de li hundur û derveyî welat.
Tê gotin ku Encumana Bilind ya Şoreşê ji dezgehên pêşîn e yên di destpêka şoreşê de çêbûn, û endamên wê li sûriyê û dewletên derdor hene, û vîsgehek wê ya siyasî ji 6 endaman heye, û helbijartinên wê yên demdemî li ser asta serkirdeyan û nivîsgeha siyasî çêdibin.
Jêder: Hevbendî