Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Xetîb Bedlê, daxwaz ji mêr û ciwanên Horan yên di artêşa azad û hêzên şoreşgerî de kir, ku yekrêz li dijî terora rêjîma Esed û terora rêxistina DAÎŞê rawestin, û herwiha daxwaza piştevanîkirina şoreşgerên çemê Yermûk û gundewarê başûrê rojavayê Der’ayê kir, ku hin tabûrên alîgirên rêxistina DAÎŞê bi hilmeteke hovane li dijî sivîlan radibin, û bi mûşek û topxaneyan gundên Hêt û Tisêl û Sehim Colan û hin gundên din topbaran dikin, ku heta niha bêhtir ji deh sivîlan hatine şehîdkirin û bi hezaran ji nişteciyên wan gundan bar kirine ber bi newal û çiyayên nêzîk de.
Hevdem Bedlê hişyarî da xelk û ciwanên Horanê -dergûş û destpêkera şoreşê- ku bi dirûşmên wan rêxistinên ser bi DAÎŞê ve nexapin, di heman demê de daxwaz ji wan rêxistanan kir ku vegerin riya rast, û dest ji riya şaş û tawankarî û tundutîjî û tunderwiyê berdin.
Bedlê carek din baweriya Hevbendiya Niştimanî bi hêzên şoreşê anî, di bergiriya sivîlan de,û got ku ew pabend in bi rewişt û piransîbên şoreşê û rêzê li peyman û rêkeftinên navdewletî digirin, û herwiha neguhertina helwesta siyasî ya Hevbendiyê û pêdagiriya wê li ser piransîpên şoreşê heta rûxandina rêjîma Esed tekez kir.
û Bedlê dupat kir ku her ji destpêkê de, artêşa azad li dijî sercem şêweyên teror û tundrewiyê rawestaye, û ev yek nexistiye di rojeva xwe de ku sûdê ji rewşa tevlîheviyê û gêrê ji bo xwe bike, berovajî rêjîma Esed û hevalbendên wê ku ev yek bikar anîn ji bona armancên xwe, û Bedlê carek din hişyarî da ku pêwîst e bimîne diyar ku hêjî rêjîma Esed ew aliyê xudankerê terorê ye, û yê pişkdar e di berferehiya rêxistina DAÎŞê de, bi rêka piştgiriya rasterast û çavgirtina ji tevgera wê.
Jêder: Hevbendî