Berdevkê fermî yê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit, tekez kir ku “destê Rûsiya li kêleka rêjîma Esed di kuştarên Helebê de heye “.
Elmislit di çavpêketinekê de digel kenala Elcezîre da zanîn ku ” tikes ji bilî Rûsiya nikare fişeran li Esed bike, lê Rûsî jî gunehbar in di kuştarên çê dibin de”, û dîsa got ku “nameyên xwînewî” yên rêjîma Esed ji Helebê dişîne tekez dikin ku ew çareseriya siyasî naxwaze.
Herwiha duhî û di kongirekî rojnamevanî de wezîrê derve yê Si’ûdiyê Adil Elcibêr, derbarê tişta dibe ji neh rojan ve li Helebê, tevî Rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî, û ew kar bi “tawanên dijmirov û tawanên şer” binav kir.
Herwiha li êvariya roja şembiyê û li pêş koçika Spî li Waşintona paytext, bi dehan kesan xwepêşananek lidar xistin ji bona diyarkirina nerazîbûna xwe li bombebarankirina navçeyên nişteciyan li Helebê ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve.
Herwiha hin kesayetiyên Amerîkî, yên bi regez Sûrî di xwepêşandanê de beşdar bûn, û têde dirûşim nivîsandibûn “Heleb dişewite, em dişewitin”, ” Gelê Sûriyê ne bitenê ye”, û bi nûman li ser erdê hevok nexşeandibûn “Helebê rizgar bikin”, herwiha bi siloganên : ” Sûriya serbixew ye, bijî Sûriya”.
Di xwepêşandanê de, xwepêşanderan ji Serokê Amerika Barak Obama û ji rêxistinên navdewletî, daxwaza rawestandina tawanên şerê li navçeyên sivîlan li Helebê dibe kirin.
Jêder: Hevbendî + Wekalat