Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Beşar Emîn: ENKS Bi Hemû Şiyanên Xwe Wê Li Hember Fişarên PYD Raweste

June 9, 2016
in Dîdara Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Beşar Emîn: ENKS Bi Hemû Şiyanên Xwe Wê Li Hember Fişarên PYD Raweste

Danûstendinên cinêv ji hêla Desteya Bilind ya rikberiyê hate rawestandin, ji ber  ku rêjîm bi biryarên Netewên Yekbûyî ne pabend e , hûn çi paşrojê ji van danûstendinan re dibînin?

piştî ku hemû aliyên şerê çekdarî li Sûriyê ji serkeftina leşkerî bêhêvî bûn, ew bo çareseriya siyasî gihiştin hev, ango hemû alî çareseriya siyasî dipejirînin, lê ew li ser şêweyê çareseriyê nakok in, Rêjîm çareseriyê li gor xwe dibîne ku divê desthilat di dest wê de be, û çareserî li gor Rikberiyê bidestxistina desthilatê û çûna Rêjîmê ye.

Bêguman civaka navdewletî Rêjîma Sûrî xweş nas dike, û dizane ku Rêjîm di riya guftûgoyan re ti desthilatan radestî Rikberiyê nake, ango ev danûstandin ne cidî ne ji destpêka Cinêv1 û Viyêna û ta bi Kongirê Riyadê û ta niha tiştekî rastî tune ye, belgeya serekî di Cinêv1 de ya ku danûstandin li ser hatin avakirin, bi nerîneke bigiştî hat, û çarenivîsa serokê Rêjîmê diyar nekir, ango ti paşeroj ji van danûstandinan re tune ye, çareseriya siyasî ya birastî wê pêk bê dema ku civaka navdewletî û aliyên herêmî pabendiyê bi pirensîpên Netewên Yekbûyî û biryarên civaka navdewletî derbarî Sûriyê bikin

Agirbest li Helbê bi dawî hat û şer û pevçûn ji nû ve vegeriyan, rewşa Sûrî di warê leşkerî de bi ku ve diçe ?

piştî bidawîbûna agirbesta ku li Helebê çêbû, rewşa leşkerî li Sûriyê bi alî xerabûnê ve diçe, û tenê miletê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe baca vê rewşa aloz û metirsîdar dide, û hejmara qurbaniyan pir bilind dibe, dorpêçkirina abûrî wê li Sûriyê zêdetir bibe, û divê civaka navdewletî mîkanîzmekê deyne bo gihandina pêdeviyên jiyanê ji hemû welatiyan re li navçeyên Sûrî yên dorpêçkirî , ku xelkên wan deveran bi dijwarî pêdeviyên jiyanê dabîn dikin.

Gef û fişarên partiya Yekîtiya Demuqrat PYD li ser Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS zêde dibin, çi bersiv li cem ENKS hember van kiryaran heye?

Bi rastî PYD’ê fişar û kiryarên xwe li dijî ENKS’ê û partiyên wê zêde dike , herwiha gefan li serkirdeyên ENKS ê dikin û hin ji wan binçav kirin û hin ji welat dûr xistin, li gel şewitandina nivîsgehan û girtina wan û êrîşkirina li ser malên çalakvanan û sepandina bacan li ser milet, û girtina ciwanan bi behaneya leşkeriya naçar …, lerwa ENKS ê bi hemû şiyanên xwe li hember van fişar û kiryaran derdikeve, û di civîna dawî de biryar hat standin ku ENKS ê wê bi hemû çalakiyên yasayî û siyasî rabe li dijî van kiryar û fişaran, ev kiryarên wiha li dijî miletê kurd bigiştî ne, û tenê dijminên miletê kurd sûdê ji van kiryarên hovane werdigirin.

Piştî girtina dergehê Sêmalka, fişarên ji hêla PYD ve di warê abûrî de li ser deverê zêde dibin, û di encamê de rewşa jiyanê li devera Kurdî zehmet dibe, ENKS di vî warî de kare çi ji milet re bike?

Diyar e ku ENKS’ê ne di wê asta abûrî de ye ku karibe pêdeviyên jiyanê ji welatiyan re dabîn bike, lê ew xwedî şiyanên siyasî ye dikare van siyasetên PYD û kiryarên wê ji raya giştî re eşkere bike, herwiha emê bangê li civaka navdewletî bikin da ku alîkariyan bo herêmên kurdî bişînin wek herêmên Sûrî yên dorpêçkirî ji aliyê Rêjîma Sûrî ve.

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Waşinton Rexneyan Li Mosko Dike Ji Ber Nestandina Pêgavên Pêwîst Û Nexistina Guvaştan Li Ser Esed Ji Bona Gihandina Alîkariyên Mirovî

Waşinton Rexneyan Li Mosko Dike Ji Ber Nestandina Pêgavên Pêwîst Û Nexistina Guvaştan Li Ser Esed Ji Bona Gihandina Alîkariyên Mirovî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.