Wîlayetên Amerîka yên Yekgirtî, Rûsiya rexne kir ji ber nestandina pêgavên cidî ji bona xistina fişarê li ser rêjîma Esed, der barê astengiyên datîne pêş bizavên radestkirina alîkariyên mirovî ji bajarên Sûriyê yên dorpêçkirî re, tevî piştgiriya wê ji wan bizavan re, û derbaskirin û belavirina firokên xwe di hundurê Sûriyê de, û wergirtina erêkirina bikaranîna wan firokan.
Duhî roja çarşemê, berdevkê wezareta derve ya Amerîka, Mark Toner, got ku wezîrê derve yê Rûsiya Sêrgî Lavrof di heyva bûrî de li Viyêna bû, dema ku girûpa navdewletî ya piştgiriya Sûriyê daxwaza avêtina alîkariyan ji esmanan ji navçeyên dorpêçkirî re kiribû, eger Rêjîm nehêle alîkarî bi riya bejê derbas bibin, ta destpêka meha cehzeranê wek demeke dawî.
Ew dema derbas bû, lê hêjî derman û xwarin ji esmanan nehatine avêtin, û ji ber vê yekê ev rexneyên Amerîka hatin.
Toner got: “hestê bêhêvîbûnê bi me re peyda dibe, û bi wateyek siviktir… Rûsiya hîç pêgav nestandin ji bo piştgiriya xwe ji daxwaza girûpa navdewletî ya piştgiriya Sûriyê re diyar bike , der barê gihandina alîkariyên mirovî bi riya esmanan “.
Herwiha Toner bal kişand li ser wê yekê ku Rûs ” li Viyana bûn û pabendiya xwe bi wê dema destnîşankirî tekez kirin, û her wek hûn dizanin ku ew dikarin guvaşan bikar bînin”.
Û Toner amaje kir ku Mosko di rewşeke baş de ye, û dikare alîkariyê di gihandina alîkariyan de bike “.
Toner got ku “Rûsiya bi rastî bingehên wê yên esmanî li ser zemîna Sûriyê hene, û Rêjîmê destûr daye wê ji bo bikaranîna esmanê sûriyê “.
Lê Toner hîç daxuyanî nedan li ser heger ku Waşinton digel Mosko axivî be der barê bikaranîna firokên wê ji bona gihandina alîkariyan, û got ku ew naxwaze bikevê wirdekariyên zêdetir de û got ” ew bi metirsiyên me têdigihin, ew li ser zemînê ne û esmanan jî bikar tînin û dikarin bi encamdana wek van karan rabin “.
Toner got ku rêjîma Esed “derbaskirina alîkariyên mirovî” qedexe kirîye û nahêle derman û xwarin û hin karwan derbas bibin.
Herwiha got: “heger Rêjîm nehêle alîkarî derbas bibin, ev yek tê wê wateyê ku ew xwe ji sozên xwe dide paş, herwiha berdewamiyê bide siyaseta redkirina derbaskirina xwarin û dermanan bo pêwîstîdaran wek çekekî di şer de”.
Jêder: Wekalat