Hilîkopterên Rêjîmê dîsa Bermîlên teqîner bi ser bajarê Dareya li Gundewarê Şamê doh çarşemê berdan, digel êrîşa hêzên Rêjîmê di hewldana girtina ser bajêr, di heman çaxê ko Niştecihên bajarê dorpêçkirî bendewarên derbasbûna karwanên alîkariyan in, wek cîbicîkirinekê ji biryarên civîna dawî ya koma navdewletî re li Viyena.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, diyar kir ko Rêjîma Esed êrîşên xwe yên leşkerî ji dûmahiya danûstandinên Cinêvê berfireh kirine, û ew dibîne ko ev beraberiyeke tund e dijî biryarên Netewên Yekbûyî.
Nêrebiyê bêtir got ko rawestandina Rûsya û Îranê li rex Rêjîmê hem jî bêdengiya Civaka Navdewletî, hişt ko ev gurkirina metirsîdar çêbibe. Û bal kêşand ser ko ev gefek e li operasiyona siyasî tevî.
“Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan”, di rapoertekê de doh çarşembê got ku di meha Gulana derbasbûyî de, Hilîkopterên Rêjîmê 974 Bermîlên teqîner bi ser herêmên Sûriyê de berdane.
Raportê diyar kir ko ev binpêkirina rêkeftina Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî ne, û destnîşan kir ko hejmara pir ya Bermîlên teqîner para parêzgeha Helebê û Gundewarê Şamê bû, û di pey re ya Der’a bû, û ew sedema kuştina 57 sivîlan ji nav wan 18 Zarok û 10 Jin bûn.
Raportê anî ziman ko her Bermîlekê mîna tawankariyeke cengê ye, çimkî ew çekekî bêserûber e û wêrankiriyeke mezin dike, ne tenê sivîlan dikuje, lêbelê wêranî û derbiderî û tirsdana xelkên herêmên armanckirî çêdike.
Berdevkê Netewên Yekbûyî Ehmed Fewzî roja sêşembê anî ziman ko ew li benda erêkirina rêjîmê ne, ji bo duyem karwanên alîkariyan ji sala 2012an ve derbasî bajarê dorpêçkirî bikin.
Û hêzên Esed di 12 meha Gulanê de nehiştin ko alîkarî derbasî bajarê Dareya li Gundewarê Şamê bibin, tev ko şanda Netewên Yekbûyî hemû erêkirinên pêdivî bidest xistibûn, û di pey re karwanê alîkariyan bêyî heyberên xwarinê piştî sê sal û nîvan ji dorpêçê, destpêka meha cehzerana nuha derbas bibe, û fermanberê Nivîsgeha Ragihandinê yê Encûmena xwecihî ya bajarê Kerm Elşamî got ko kamyonên derbasbûne, bi nîv an kêmtir ji nêvê barê xwe derbas bûne, û pêdiviyeke giring ji tiştên bi wan re nîn e.
Jêder: Hevbendî