Daxwiyaniyeke Rojnemevanî
Firokên dagîrkerên Rûsya û hinên din yên Hêzên Rêjîma Esed doh êvarî karwanekî alîkariyan ko ji 20 kamyonan pêk dihat yên bi ser Rêkxistina Heyva Sor ve ne dema di bajarokê Orma Ekkubra re li bajarê Helebê buhûrî bombebaran kir, di encamê de çen kes şehîd ketin û hin birîndar bûn û agir bi çend kamyonan ket.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê evê tawankariyê pirotesto dike û aliyê Rûsî bi temamî sûcdar dike, her wiha berpirsiyariya têkbirina peymana agirbestê da ser mile Rûsya , her wiha berpirsiyariya hemû binpêkirinan ji gava ko peyman ket warê cîbicîkirinê û heta nuha da ser mile wê ku 264 rewş dêkomed bûne û 64 kes di encamê de şehîd ketine.
Ev tawankarî diyare wek agahiyekê ji sotandina hemû çareseriyan û berdewamiya bijarteya kuştin û wêrankirinê ya ko Rêjîm ewê baştir dibîne bi piştgiriya dagîrkerên Rûsî yên tawankar, her wiha diyare wek şermezarkirinekê ji civaka navdewletî û nediyarabûna wê re di hilgirtina berpirsiyariyên xwe de beramber cengeke tawankarî ji pênc salan ve li ser miletekî resen ko ji bo doza azadî, rûmet û dadiyê xwepêşindan kir.
Ev tawankarî wek hemî tawanên Rêjîmê û hevalbendên wê yên berê wê nikaribe viyana miletê Sûrî têk bibe û dê me bêtir bihêz û dozdarê amancên xwe bike ta ko em ewan misogir bikin.”
Hevbendiya Niştîmanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
20.09.2016