Wezîrê derve yê Qeterê Mihemed kurê Ebdulrehman kurê Casim yê duwem, got ku opozisyona Sûriyê lênêrîna xwe bi awayekî giştgîr û zelal pêşkêş kiriye, û tekez kir ku Qeter hêjî li ser helwesta xwe ye di piştgiriya gelê Sûriyê de, ji bo pêkanîna hêvî û armancên wî.
Wezîrê Qeterê Mihemed kurê Ebdulrehman kurê Casimê duwem, di civîna wezîrên derve yên dewletên piştgiriya Opozisyona Sûriyê dikin de, û bi beşdariya şandekê ji Hevbendiya Niştimanî û Desteya Bilind Ya Danustandinan, bal kişand ser ku beşdariya opozisyonê di piroseya siyasî ya ku li ser daxwaza şanderê navdewletî Dîmestora bû, ew bi xwe beşdariyek rasteqîn e ji bona pêkanîna çareseriya siyasî, her weha ew beşdariyek kartêker e, ji ber ku ew li ser bingehên diyar û ragihandî hatiye avakirin, çi nerîna wê ya giştgîr be, çi jî xalên hûr û wirdekarî bin, û ev nerîna Dîmestora bi xwe ye.
Wezîrê Qeterê got ku “wê cihê Esed û her kesê destê wan di rijandina xwîna Sûriyan de heye, di paşeroja Sûriyê de tune be”, û tekez kir ku ” nabe rewşa niha dirêj bibe, lewra du rê li pêşiya Sûriyê hene, an ewê bi alî bêserûberî û teror û parçekirinê û tawanên zêdetir yên şer û dijemirov de biçe, yan jî wê ji vê qeyranê derkeve, bi rêka çareserkirina sedemên wê û paşî pêkanîna veguhestina siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û bi awayê ku sînorek bête danîn ji rijandina xwîna xelkê Sûriyê re, û dabînkirina mafên wan “.
Tevî ku tê zanîn ku rewşa Sûriyê ya gelek xirab û aloze e, lê wezîrê derve yê Qeterê bal kişand ser ku “hemwelatiyê Sûriyê dixwaze welatê wî xudan serwerî û yekgirtî be, û dixwaze hemû pêkhateyên gel bên parastin, û herwiha saman û kelepora wî bê parastin, û xudan serweriyek niştimanî ya sivîl û demokratîk û firealî ya aştiyane be, û herwiha têde rêz li mafên mirov û azadiyê bê girtin, ku ev yek bi tevahî hatiye di lênêrîna opozisyonê de, ya bo paşeroja Sûriyê, û divê hemû dostên Sûriyê bizavê ji bo pêkanîna vê yekê bikin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide , dema lênêrîna opozisyonê li Londonê di 7’ê êlûnê de ragihand gotibû ku “çarçoveya cêbicêkirinê ji bîr û piransîpên şoreşê yên sereke hatiye, û Ku ew belgenameyek zindî ye, û dibe bête guhertin û pêşxistin ligor berjewendiya miletê Sûriyê”.
Ele’bide dîsa gotibû ku “Em pabend in bi piransîpên şoreşê yên ji yekîtiya gel û xaka Sûriyê pêktên, û cihê Bişar Esed ne di qonaxa veguhêz û ne di paşerojê de nîne, û avakirina sîstemeke siyasî ya sivîl û demokratîk û firealî bo hemû xelkê Sûriyê bêcudahî”.
Jêder: Hevbendî + Elcizîrê