Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya li ser derwazê Atma yê “mirovî” yê li ser sînorê Tirkiyê şermezar dike, ku bi sedema teqînê nekêmî 30 kesî şehîd û bi dehan birîndar ketin, û hêjî bizava rizgarkirina birîndaran û veguhestina wan berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî bi navê hemû hemwelatiyên Sûriyê sersaxiya malbatên şehîdan dike, û hêviya saxiyek zû ji birîndaran re dike.
Û pêkanîna van tawanan ji aliyê rêxistina DAÎŞa terorîst ve, nayê wateya ku rêjîma Esed ne berpirsyar e di ber van tawanan de, herçende ku maka terorê bi çi navî be her yek e, herwiha rêjîma Esed bi kuştin û koçbarkirinê û rêxistinên terorîst, nikare îradeya xelkê Sûriyê bişkîne, yan şoreşa wan ya ji bo rûmet û dad û azadiyê rawestîne.
Bêgoman berpirsyaretiya van tawanan herwiha dikeve li ser stûyê encûmena ewlekariya navdewletî û NY de jî, ya ku têşikest û heta niha rojane di ber hilgirtina erkên xwe de li hember rewşa sivîlên Sûriyê têkdişike.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
06 çirya pêşîn 2016