Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, nameyek ji Îyad Emîn Medenî sikirtêrê giştî yê Rêkxistina Hevkariya Îslamî re şand, û di nameya xwe de daxwaz jê kir ji bo terxankirina hemû bizavên berdest li ser asta navdewletî ji bo rawestandina komelkujiyên li Sûriyê dibin.
Ev name hat şandin di dema ku rêxistina navhatî bi lidarxistina civîna xwe her ji roja şembiya bûrî de li bajarê Cida li Erebistana Si’ûdî radibe, û berdevkê rêxistina navhatî balyoz Tariq Bexît, rewşa Sûriyê bi “bobelat” binav kir, û bal kişand ser rewşa ber bi têkçûnê diçe, heger civaka navdewletî çareyekê jêre nebîne, û kar neke ji bo rawestandina vê rewşa metirsîdar, û cext li ser rola rêxistinê ya niha kir, û diyar kir ku rola wê ew e, komkirina hemû dewletên endam di rêxistinê de ji bo pêşkêşkirina helwestek xuya der barê bûyerên Sûriyê, nemaze ji bo tişta li bajarê Helebê dibe.
Ele’bide di nameya xwe de tekezî li ser giringiya rola rêxistinê li ser asta navdewletî kir, ji bo bidawîkirina tirajêdiya mirovî û rawestandina tawanên di derheq sivîlan de dibin, û bi taybetî giringiya rizgarkirina jiyana zêdetir ji 300 hezaran ji sivîlên dorpêçkirî yên li Helebê, ku hevdem rastî êrîşên firokên Rûsiya û Esed dibin û herwiha rastî êrîşên milisên fireregez tên.
Herwiha Ele’bide daxwaza radestkirina kursiyê Sûriyê di rêxistinê de ji bo Hevbendiya Niştimanî kir, ji ber ku Hevbendî ligor biryarên komkara Erebî, ew nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye.
Di yadeştnameyê de bal hat kişandin ku civîna rêxistinê hevdem tê ligel derbasbûna salekê li ser destpêkirina destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê, ku hêzên Rûsiya di heyamê salekê de 3264 sivîl kuştine ji wan 911 zarok û 619 jin in, û bi pêkanîna zêdetir ji 169 komelkujiyan û armanckirina nekêmtir ji 417 navendên zîndîwer rabûye, di nav wan de bi dehên nexweşxane û navendên saxlemiyê û karwanên alîkariyan, herwiha kuştina 32 karmendên pizîşkî ji wan 7 jin û 11 xwebexşên bergiriya sivîl, û kuştina 12 mediyakaran û koçbearkirina nêzîkî çareyek milyon kesî.
Herwiha ku Rûsiya çekên qedexekirî jî di êrîşên xwe de bi kar anîne, û 147 êrîş bi bombeyên enqûdî û 48 êrîşên çekên şewatê hatine tomarkirin, û komîteya yasayî tekez kiriye ku ev êrîş tev dikevin di xana tawanên şer û yên dijemirov de.
Jêder: hevbendî