Raporteke Encûmena Ewlekariya Navdewletî diyar kir ko vekolîneke navdewletî, sêyemîn bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re tekez dike.
Raporta çarem ya vekolîna Rêkxistina Qedexekirina Belavbûna Çekên Kîmawî, ya ko 13 mehan berdewam kiriye, û ji Netewên Yekbûyî re hatiye dan, berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmawî li Qemînas li parêzgeha Idlib di 16.03.2015an de, daye ser milê hêzên rêjîmê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, piştî derçûna raporta sêyem, namak ji emîndarê giştî yê Netewên yekbûyî Ban Kî Mon re şand, û her weha yek ji serokê Encûmena ewlekariyê re, têde daxwaz ji dewletên endam kir ko li jêra benda heftan ji peymana Netewên yekbûyî sisayan pêk bînin, li gora ko di biryarên Encûmena ewlekariyê 2118,2209 û 2235, yên ko sizayan li ser kesên ko rêzê li yasaya navdewletî nagirin û sivîlên bêguneh bi mebest dikujin feriz dikin .
Komîta vekolînê ya ko bi navê “Mîkanîzma Vekolîna Hevbeş” tê binavkirin, di raporteke destpêkî de got ko firokên perwane yên leşkerî, gaza kilorê bi ser bajarokên parêzgeha Idlibê, Tilmins di nîsana 2014an de, û Sermîn di adara 2015an de berdane.
Roprtê got ko hêzên rêjîmê firokên Hilîkopter bikar anîne, ji bo bermîlên teqîner berdin, û di pey re gaza kilor berdane. Û hate dîtin ko ew firok ji bingeha firokên Hilîkopter ya refê 253 û yê 255an ko bi ser lîwayê 63an ve ne firiyane, û bêtir got ko refê 618 digel firokên Hilîkopter yên bi ser çekên deryayî ve ne, li yekê ji wan bargehan hatiye dîtin.
Jêder: Hevbend+Acans