Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê, Ebdilîlah Fehed, Gotinên Stîvan Dî Mistora der barê Helebê, ko dibêje: bersivdana şoreşgeran dijî Rêjîmê dikeve asta “tawankariyên cengê” rexne kir, û dibîne ko ev pîvaneke durûtî ye.
Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro got ko Dî Mistora bê deng ma hemberî tawankariyên rêjîmê û Rûsya li taxên Helebê yên rojhilat, yên ji sê mehan ve dorpêçkirî ne, û çekên têvel yên qedexe, ji yên fosforî, goşeyî û hejhejok û napalma sotandinê li dijî wan bikar anîne, her wiha deng jê nehat der barê operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî, û der barê dagîrkirin û êrîşên derve ji Sûriyê re, ji nav wan milîtanên tirorist, çi helwest neda.
Bêtir got: “berpirsin li hindirê Netewên yekbûyî hene, hêj li ser mêldariya Rûsya û Rêjîmê sûr in, dihêlin tawankariyên wan bê sizakirin derbas bibin. Û li dijî şoreşgeran daxuyaniyan didin da wan tawankariyan binixumînin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî