Artêşa Sûriyê ya Azad tekez kir ku ew bi parastina sivîlan û rizgarkirina wan ji rijêma Esed û hevalbendên wê radibe, û tohmeta armanckirina wê ji komelgehên sivîlan re yên li taxên rojava yên Helebê yên di bin destê hêzên Rijêmê de, bi mûşek û topxaneyan red kir.
Artêşa Azad, duhî roja çarşemê û di kongirekî rojnamevanî de, daxuyaniyên şanderê navdewletî Sitîvan Dî Mostora yên têde şoreşger tometbar kirine bi bombebarankirina sivîlan li taxên Helebê yên di bin destê rijêma Esed de şermezar kir, û herwiha daxwaza destberdana ji van tometên nerast kir.
Û efser Yasir Ebdurehîm, fermandarê odeya oparesyonên rizgarkirina Helebê, daxwaza lêkolînê ji civaka navdewletî kir li ser bikaranîna gaza kilorê ya jehrîn ji aliyê Rijêmê de li Helebê, û tekez kir ku belge li ser vê yekê di destê wan de hene, û xuya kir ku firokên şer û hilîkopter yên karin gaza kilorê bavêjin, li rex rijêma Esed tenê hene.
Li aliyek din, rawêjkarê yasayî yê artêşa azad Osama Ebû zêd, NY bi alîgiriya aşkera ji rijêma Esed re û bêdengiya li ser komelkujiyên wê gunehbar kir, ku ev yek dibe fakterê zêdekirina tawankariyan di derheqê gelê Sûriyê de, û Ebû Zêd got: Dî Mestora di pêkanîna erkên xwe de şikestiye, û dixwaze ji xwe derfeteke nû ji berepêkan re peyda bike, yên ji aliyê me de redkirî ne.
Hêjsyê gotinê ye ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Enes Elebide, di çavpêktinekê de ligel Stîvan Dî Mostora li Jinêvê, tekez kiribû ku komelgehên sivîlan li taxên rojava yên Heleb yên di bin destê rijêma Esed de nehatine armanckirina ji aliyê artêşa azad.
Herwiha El’ebide gotibû ku artêşa azad bitenê wargehên hêzên Rijêmê û milîsên Heşid Elşe’ibî yên palpiştên Îranê armanc dike, û pêwendiyên artêşa azad bi bombebarankirina xwendingehan red kiribû, û daxwaza vekirina doseyeka lêkolînê der barê bombebarankirina navendên zindî mîna nexweşxane û xwendingeh û bazaran kir, herwiha daxwaz ji NY kiribû ji bo û standina helwestên tund li hember encamên lêkolînan kiribû.
Jêder: Hevbend