Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ragihand ku ew niha li pêş stratîjiyek nû ye, di warên siyasî û leşkerî û sivîl de, ji bo rûbirûbûna rijêma Esed ya piştgiriya wê bi berferehî ji aliyê navdewletî dibe.
Serokê Hevbendiyê Enes Elebide, îro roja şembiyê di kongirekî rojnamevanî de got ku em” stratîjiyeke nû ji şoreşa Sûriyê re datînin, li ser herdu astên siyasî û leşkerî”, û got ku hin bijarde hene ji bo damezrandina dezgeheke siyasî ya yekgirtî û artêşeke niştimanî yekgirtî ji bo parastina destkeftên şoreşê û berevaniya mafên gel di destxistina rûmet û azadiyê.
Ele’bide tekez kir ku Heleb naşikê, û got ku “ji beriya niha em rastî wek tişta îro li helebê dibe hatine, û dibe em hin navçeyan ji dest bidin, lê şoreş berdewam e û rayên wê xurt in, û xetîra wê venamire”, û cext kir ku şoreş li tavahiya Sûriyê berdewam e, û çi jî bibe, em paş de venagerin û nahêlin Esed carek din hikumraniya Sûriyê bike”.
Û Ele’bide diyar kir ku Hevbendiyê rêkeftin kiriye li ser piştgiriya hêzên berxwedana Helebê bi rêka destpêşxariyekê ji çar xalan, û bal kişand ku destpêşxerî bi giştî di bin navûnîşana “parastina giyanên sivîlên bajêr” de ye.
Û bal kişand ser ku her destpêşxeriyeke navdewletî divê li ser binyatê mana sivîlan di xanî û cihên xwe de û redkirina koçbarkirina wan be, û dîsa bal kişand ser ku îro giring û pêwîst e em behsa bajarên vekirî bikin, û daxwaza derketina hemû hêzên çekdar ji bajaran bikin, û desthilata bajaran bikeve di dest encûmenên sivîl ên xwecihî de.
Û El’ebide tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya hîç pirojeyekî siyasî nake dema ku pabend nebe bi biryarên ajendeyên niştimanî yên şoreşa Sûriyê.
Û got ku ” Rûsiya tawanên şer pêk anîne, bi rêka armanckirina nexweşxaneyên bajarê Helebê bi awayekî eşkere û pêrewkirî, û wê xwe ji dadgeha tawanên navdewletî kişand ji ber ew zane ku nêzîk yan dûr ewê li wê dadgehê bête dadgehkirin”, û bal kişand ku Hevbendî hewla dabînkirina alîkariyên mirovî û yên nojdarî dike, ji bo hemû sivîlên li navçeyên rizgarkirî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê