Firinsa û Birêtaniya pirojebiryarek ji encûmena asayîşê re pêşkêş kirin, bi armanca sepandina sizayan li ser hin kesayetî û saziyên ser bi rijêma Esed ve bi sedema bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlan, û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê Fûad Elîko daxwaz ji Rûsiya kir ku li dijî vê biryarê dernekeve, û herwiha jê xwest ku bervaniya rijêma Esed û tawanên wê li ser astê navdewletî neke, û nemaze di hindur Encûmena Asayîşa Navdewletî de .
Û ligor tekesta pirojebiryarê, siza têne sepandin li ser 11 fermandarên leşkerî yên rijêma Esed û ew dikevin lîsteya reş de, ku bi vê yekê wê samanên wan yên di bankan de bêne rawestandin, û wê rêwîngiya wan jî qedexe bibe, herwiha 10 saziyên rijêmê dikevin wê lîsteya reş de, ji ber hebûna destên wan di çêkirin û pêşxistina çekên kêmyayî û mûşekên hilgirên wan çekan, ku pirojebiryar palpiştiyê dide derencamên komîteya lêkolîna navdewletî ya ku berpirsyaretiya rijêma Esed di ber pêkanîna sê êrîşan bi gaza kilorê tekez kiribû.
Elîko dubare êrîşên Rijêmê yên bi çekên kêmyayî li dijî sivîlan şermezar kirin, ku bi hezaran kesên bêguneh di wan êrîşan şehîd ketine, û herwiha daxwaza dadgehkirina tawanbaran li jêr benda heftan kir, û cêbicêkirina biryarên navdewletî yên pê girêdayî.
Û wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit got ku pêwîst e berpirsên bikaranîna çekên kêmyayî bêne dadgehkirin, û got ku ew behaneyan qebûl nakin, ên ji aliyê hin dewletan tên dan, û çavgirtinê ji bikaranîna van çekan dikin, anku Mosko ya hêjî “Vîto” ji bo Rijêmê bikar tîne.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê / Wekalat