Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulehed Êstêfo, diyar kir ku kongirê “Astana” wê bibe fakterê peydabûna artîşek niştimanî ji hêzên şoreşê.
Istifo îro roja şembiyê di daxuyaniyek taybet de got ku kongirê Astana yê çavrêkirî roja duşema bê li dar bikeve “wê rola hêzên şoreşê bihêz bike di piroseya veguhestina siyasî de”, û pêşbînî kir ku ji beşdaran “komîteyeka dûvçûna agirbestê peyda bibe, û dema ser bikeve bibe encûmenek leşkerî ya hevbeş bo bi wê rolê rabe ku bibe beşek ji pirojeyê artêşa niştimanî”.
Istifo bal kişand li ser giringiya rola tabûrên artêşa azad di destpêkirinek rasteqîn a pêvajoya piroseya siyasî de, nemaze piştî tevlîbûna nûnerên piraniya aniyên leşkerî tevî aniya başûr.
Istifo geşbîniya xwe der barê derencamên kongirê “Astana” nîşan da, piştî nemerdiya civaka navdewletî û paşvekêşana rola Amerîka di piştgiriya pirsa Sûriyê de, û bal kişand ku rêkeftina du dewletên serekî wek Mosko û Enqera” giring e ji bo bidawîkirina bobelata gelê Sûriyê û rizgarbûna wê ji rijêma diktatorî ya stemkar”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê