Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, rêz û hurmet û spasî ji bizava jina Sûrî re pêşkêş kirin, û tekez kir ko rola wê di xweragiriya miletê Sûrî de bingehîn e, ji bo berdewamiya tekoşîna wî, û bidestanîna armancên şoreşê yên azadî û dadî û rûmetê .
Roja cîhanî ya jinê derfeteke ji bo bi rêzgirtin li ber şehîdên jin ên ko bi fîşekên rêjîmê hatine kuştin rawestin, û her weha li ber xweragiriya jinên girtî di zindanên rêjîmê û şaxên ewlekariyê de, ko em hemû karînan bikar tînin tako em wan rizgar bikin.. ji bo piştgiriya sebir û samana dayikan, piştî jidestdana zarokên wan û beraberiya aloziyên bobelata ko rêjîmê bi ser wan û malbatê wan de anîne.
Îro jina Sûrî ya şoreşger derseke hêja ji hemû jinên zemînê re pêşkêş dike, ji ber ko bi rola xwe ya jê tê xwestin û bêhtir jî radibe, û bilindahiyek din dide, ko çi kes nikare çavê xwe jê bigire.
Hevbendiya Niştimanî dîsa pesindarê jina Sûriyê ye, û tekezî li ser giringiya berdewamkirina wan di pêkanîna rola xwe ya bingehîn di avakirinê û kar de kir, û dozê li wan dike ko bi mafê xwe û pirinsîbên şoreşê ya ko wek piştgir ji bo wê derketin pabend bin. û hevbendî digel hemû zaroyên Sûriyê dibîne ku beşdarbûna wan di avakirina nuha û paşeroja Sûriyê de wê guncayî cihê wan ê bilind be.
Dilovanî bo pakrewanan
Azadî bo girtiyan
Bijî Sûriya azad û miletê wê serbilind
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
08.03.2017