Ofîsên Partiya Yekîtî û ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî li bajarên Qamişlo û Hesekê rastî êrîşke bi moltovan û şewatê hatin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li bajarê Qamişlo diyar kir ku rêxistina Ciwanên Şoreşger ya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve êrîşî nivîsgeha navendî ya Partiya Yekîtî li taxa Siyahî kirin û gotinên xerab li dijî ENKS û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser dîwarên wê nivîsgehê nivîsandin.
Her wiha li rojhilatî Qamişlo heman ciwanan êrîş birin ser nivîsgeha PDK-S û ew nivîsgeh şewitandin.
her wiha li bajarê Serê Kaniyê alîgirên PYD bi boriyên hesinî êrîşî nivîsgeha xwecihiya ENKS kirin û tevaya alavên wan şikandin û du endamên xwecihiyê jî birîndar kirin.
Tê zanîn ku ev cara sêyemîne di vê heftiyê de xwecihiya Serêkaniyê rastî êrîşan ji hêla alîgirên PYD tê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê/ Beşê Kurdî