Îro 8 adarê, alîgirên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD rê li ber çalakiyên Encumana Niçtimanî Kurdî li Sûriyê ENKS girtin û tevaya ahengên roja Cîhanî ya Jinê li seranserî bajar û bajarokên Kurdî li parêzgeha Hesekê radwestandin.
Li bajarê Dêrikê ciwanên şoreşger yên bi ser PYD ve êrîşî jin û zarokan kirin dema ku berê wan li cihê ahengê bû û hejmarek ji wan kesan birîndar kirin.
li bajarê Dirbêsiyê wan ciwanan êrîşî nivîsgeha Partiya Pêşverû kirin dema ahengeke wan ji bo vê roja cîhanî li dar bû, û têde bijîşkê bi navê Xalid Îsa û û kesek bi navê Xalid Hemdî yên endamên rêxistina Dirbêsiyê yên heman partiyê ne birîndar kirin, û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Û di berdewamiya rêgirtina vejandina vê rojê li bajarên Hesekê ,Tirbespiyê , Girkêlegê ….. ahang ji hêla PYD ve hatin qedexekirin.
Di vê derbarê de Fesla Yûsif endama emîndariya giştî ya ENKS kiryarên PYD şermezar kirin û got: “ev kiryar tekez dikin ku siyaseta PYD roj bi roj têk diçe û ji ber vê yekê dest bi van kiryaran kirine“.
Tê zanîn ku alîgirên PYD û partiyên ku pêre hevbendin çalakiyên xwe bi vê boneyê bi serbestî li dar xistin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê/ Beşê Kurdî