Serokê Şanda Desteya Bilind Ya Danûstandinan ya ji bo beşdarbûna danûstaninên Cinêvê Nesir Elherîrî “şer û tawankarî û tiroristiya Esedî” pirotesto kir û got: di êrîşên li ser bazara bajarokê Hemûriya li gundewarê Şamê de 15 sivîl hatin kuştin û 70 birîndar bûn.
Elherîrî piştî civîna digel şanderê navdewêetî Stîvan Dî Mistora got: “tiroristiya li Sûriyê heye, ya Esed û milîtanên mezhebî û pasvanên şoreşger yên Îranî û Elqa’ide û Daişê ne”, berî ko navê qurbaniyên kuştara Hemûriya li pêşberî rojnamevanan li Cinêvê bixwîne.
Her weha Elherîrî desthilat bi neçarekirina sivîlan li ser derbideriyê û pêkanîna guherîna dîmugrafî tohmetbar kir.
Elherîrî got: “operasiyona siyasî dê bêwate û bêsûde be eger li ser xakê agirbesta rastî pêk neyê” û ji bil wisa dê hemî rewş têk biçin.
Çalakvanan anîn ziman ku roja şembiyê firokên Rûsî êrîş dane ser bajarokê Hemoriya li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê û kuştarek li wir pêk anîne û piraniya şehîdan zarok û jin in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî