Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke sersaxiyê aresteyî Wezîrê Derve û Koçberên Libnanî kir, derbarê teqîna mezin yaku lîmana beyrotê hejand û ji ancamê bidehan bûne qurbanî û bi hezaran birîndar bûne.
Û Elherîrî sersaxiyên germ ji gel û Hikûmeta Libnanî ya bira re û ji malbatên qurbaniyan re anîn ziman.
Û Elherîrî got ku em ji xwedê hêvî dikin ku qurbaniyan bi dilovaniya xwe şa bike, û aramiyê bide xwediyên wan, û saxlemiya bilez ji tevaya birîndaran re bîne.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku hevbendî pir guhdara berdewamiya hevrêzî û hevkariya biratî li gel komara Libnanî ye, ji bo pêkanîna biryarên dikevin xizmeta dozên herdû gelên Sûrî û Libnanî yê bira de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî