Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Di bîranîna heştemîn ya komelkujiya rijêma Elesed li taxa Elşemas ya Bajarê Humsê pêkaniye de, hîn bi milyonan Sûrî bendewarê wê rojê ne ku tê de karibin bîranîna wan pakrewanan û bi dehhezaran gernasên Sûriyê bi awayekî hêjayî qurbaniyên wan û xwîna ku wan pêşkêş kirine vejînin.
Piştî derbasbûna komelkujiya taxa Elşemas di 15 gulana 2012an de, çeteyên şebîha yên girêdayî rijêma Elesed di roja wek îro de komelkujiyeke din dermafê xelkê taxê pêkanîn, di riya girtina ser malan û binçavkirin û îşkencekirin û bidarvekirina bi deh hezaran sivîl ji xelkê deverê û derbiderên ji taxên dîtir ji Humsê reviyabûn wê deverê.
Navê 22 kesan ji pakrewanên di wê komelkujiyê de canê xwe ji dest dane hate belgekirin, di nav de 7 zarok û 3 jin hebûn, û hejmarek ji wan li gulistana giştî ya taxê hatin binaxkirin.
Bi sedan komelkujîyên ku rijêma terrorist pêkanîne, tevî vê komelkujiyê ku di deh rojên dawî ji remezanê pêkhatiye, dê bimîne nîşaneke rûreşiyê li ser aniya civaka navdewletî ya ku tenê li azarên Sûriyan temaşe dike, û erkê me ye em wan bibîr bînin, û berpisyariya aliyên navdewletî di ber de bînin ziman.
Ji Neteweyên yekbûyî û Encûmana Ewlekarî û aliyên çalak tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê komelkujiyan û rewşa li Sûriyê hilgirin, û tevaya aliyan bi erkê xwe rabin, ji bo biryarên navdewletî bên cîbicîkirin, û çareya siyasî li gorî daxiyaniya Cinêvê bibin serî, û sizakirina tewanbaran misoger bibe.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
11 tebax 2020