Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Du sal di ser komelkujiya tirsnak yaku balefirên dagîrkerê Rûsî pêkanêne derbas bûn , ya ji ber wê 38 kes şehîd ketin, li gorî ku hêzên berevaniya sivîl karîbû belge bikirana, di nav de 20 zarok û 6 jin hebûn, di riya zincîrek ji êrîşên asîmanî li ser Orim Elkubra li gundewarê Helebê yê başûr, di rojeke wek vê rojê de ji sala 2018an.
Komelkujî wek beşekî ji helmeteke leşkerî bû, yaku hêzên rijêmê bi piştgiriya dagîrkerê Rûsî û milîşeyên Îranî li ser gundewarê Heleb û Hema û Idlibê pêkanîn, di binpêkirneke beloq de ji rêkeftina kêmkirina gurkirinê re.
Çênabe pêngavên derbarê van tewan û komelkujiyan têne xwestin, li sînorê bêzarî û şermezariyê raweste, belê divê derbasî qonaxa avêtina gavên rasteqîn bibe, û nehêle ev tewan dubare bibin, û bighîne asta lêpirsînkirina kesên di ber wan tewanan de berpisyar in, û qerebokirina kesên ziyan ji ber wan tewanan dîtine.
Sûrî jibîr nakin ku dewleteke djiminkar heye, zarokên wan kuştin, û malbatên wan aware kirin, û malên wan wêran kirin, daku piştgiriya diktatorê tewanbar bike.
Komîteya Yasayî di Hevbendiyê de, tevî aliyên Sûrî serbixwe û hejmarek ji rêxistinên mafnasî cîhanî, di şopandina doseyên tewanên li Sûriyê pêkhatine de berdewam e, û ji bo komkirina delîl û belgeyan ji bo lidûvçûna tewanbaran û cîbicîkirina dadweriyê kar dike, her weha veghaztina vê doseyê bo Dadgeha Tewanên Navdewletî di demeke nêzîk de.
Ji Civaka navdewletî tê xwesin ku derbarê van komelkujiyan û rewşa li Sûriyê heye berpisyar be, û tevaya aliyan bi erkê xwe rabin, ji bo biryarên navdewletî bên cîbicîkirin, û çareya siyasî li gorî daxiyaniya Cinêvê bibin serî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
11 tebax 2020