Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek li gel rayedar û nûnerin ji Tevgera Karê Niştimanî ji bo Sûriyê lidar xist, û bi wan re behsa girîngiya yekîtiya rikberiya Sûrî û rola pêkhatên Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina kar û pêwendiyan li gel gelê Sûriyê, û pêşxistina têkliyan li gel dewletên herêmî û navdewletî kir.
Ev jî di hundir xebatê Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina têklî û hevkarî û hevrêzkirina li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên di hundir Desteya Giştî ya Hevbendiyê de hat.
Û di hevdîtinê de Mihemed Yasîn Necar û Mehmod Osman her weha nûnerê Tevgerê di Hevbendeiyê de D. Zekeriya Mlahifcî û Serokê Tevgerê Ehmed Remedan di nav 17 kesên beşdar ji Serokatiya Tevgerê û Serokên Ofêsên Cîbicîkirinê û Komîteya Navendî û Têkliyên Niştimanî û Ofêsên Siyasî di Tevgerê de beşdar bûn.
Û tevgerê tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û xurtkirina karê wê li deverên rizgarkirî û girêdana wê bi kesên pispor û kadroyên ciwan kir, bi taybet ji ber ku şoreş îro li pêşiya qonaxeke girîng e, û li pêşiya guhartinên mezin e li ser asta navxwe û herêmî û navdewletî, ew jî hevkariya destan û karînan dixwaze.
Û amedebûyan tekezî li ser pêwîstiya hevkariyê ji bo rûbirûbûba guhartin û pêşketinan û astengiyên mezin yên şoreşa Sûriyê tûşî wan dibe kirin, her weha berfirehkirina kar li gel tevaya xwedankarînên Sûrî, û kar ji bo amadekirina kadro û xwedanên pisporiyê yên Sûrî, û li ser misogerkirina beşdariya wan ya çalak di tevaya dozên dikevin xizmeta daxwazên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de axifîn.
Û amedebûyan behsa pêşhatên rewşa meydanî û leşkerî û karê Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî derbarê belavbûna Vîrosa Korona û biryarên metirsîdar yên milîşeyên PYD biderxistine yên girêdayî destdînana ser malûmilkên koçber û penaberan kirin, her weha li ser helmeta navdewletî ya Hevbendiya Niştimanî pê radibe ji bo xurtkirina têklîyan li gel dewletên herêmî û navdewletî axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî