Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Mirina hejmarek mezin ji pizîşkan dema bi erkê xwe yê dermankirin û rûberûbûna êşa korona dikirin li gelek ji deverên di bin kontorla rijêmê de, nîşaneke metirsîdar û cihê şek û gumanê ye, ji ber siyasetên rijêmê û rêbazên wê yên bi mebest û nebûna zelaliya agahiyan di dema danûstandina bi vê rewşa bobelatî re, di hemî waran de, welat gihand vê rewşa ku tê de.
Mirina pizîşkan îro rewşeke bobelatî ye, mîna pirosesek nehiştina kadroyên zanistî û pizîşkî ye, wek berdewamkirin û temamkirinekê ji rêbaza rijêmê ya leşkerî yak u pê karta pizîşkî armanc dike da wê ji kok de birûxîne, û hiştina gelê Sûriyê bê sîstemeke pizîşkî ya karibe xizmetan pişkêş bike, û ev tê wateya herifîna tekez ji karta pizîşkê û mezinbûna bobelatê re, bêyî ku alavên rûberûbûna wê hebin.
Serjimêr amaje dikin ku ta niha zêdetir ji 60 pizîşkî jiyana xwe jidest daye, di dema nebûna ti karûbar û rêşûnên rûberûbûna vê nexweşiya vegir ya ku dibe bobelateke rastyeqîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku siyasetên rijêmê û şêweyê danûstandina wê bi nexweşiya korona re, rengek ji rengên tewankarîyê dermafê gelê Sûriyê ye. ji ber ku di heman dema berdewamiya tewanên bombebaran û wêrankirin û koçberkirin û girtinê, rijêm sûr e li ser redkirina çareya siyasî û pabendiya bi biryarên navdewletî, welat ber bi bobelateke mirovî û siyasî û civakî û tenduristî ya bêhempa biriye.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
18 tebax 2020