Ofîsa Şêwirdariyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, xelekeke gengeşiyê derbarê pêşveçûnên Deraa û tewanên milîşeyên Îranî û hêzên Rûsî yên li wir dibin lidar xist, û di xelekê de çalakvanin ji Deraa û Horan û Endamin ji Desteya Siyasî û Desteya Giştî yên Hevbendiya Niştimanî, her weha Balyozê Sûriyê li ba Dewleta Qeterê Nîzar Elhirakî û hejmarek ji şopîner û pispor û lêkolîneran beşdar bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ehmed Remedan, derbarê ketwarê devera Başûr û dewletên tê de çalak û têkliya di navbera hersî parêzgehên başûr Deraa, Elsiwêda û Elqinêtera de axifî, û bi hûrbînî behsa tiştê ku Îran pê radibe ji guhartina demografî û kuştin û pirosesên koçberkirina kotekî kir.
Û Parêzer Hesan Eleswed şiroveyek li ser girîngtirîn bûyerên li Deraa di sala 2017an de çêbûne, wek rêkeftina Lihevhatina Kotekî pêşkêş kir, û eşkere kir ku bajar hatiye perçekirin û her kartek di bin kontirola aliyekî de ye, ji Rûsiya, Îran û rejêmê, û dît ku armanc ji wê ew e ku serokên şaxên ewlekariyê yên ku bûne mîrên cengê peran werbigrin.
Û bal kişand ku Milîşeyên Hizbullah li tevaya devera başûr belav bûne, û cilên hêzên rijêmê lixwe dikin, û diyar kir ku ew Milîşya madeyên hişbir li deverê diçînin, û li her sê parêzgehan belav dikin, û bi qaçaxî derbasî dewletên din jî dikin.
Û Eleswed bal kişand ku hêzên rijêmê di pêkanîna tewanên dermafê sivîlan ta piştî rêkeftinên lihevkirinên kotekî jî berdewam in, û bêhtir ji hezar kesî girtin e, her weha dest danîne ser malûmilkên rikberan û nahêlin vegerin karên xwe.
Û Endamê Komîteya Destorî şêwermend Hesen Elherîrî, tekezî li ser xeternakiya berdewamiya vê rewşê li deverê kir, û diyar kir ku tewan û kuştin berdewam in, û rijêm di hewldanên vêxistina fîtneyê di navbera deşt û çiyê de berdewam e.
Û bal kişand ser rola girîng ya şarezayên deverê di têkbirina tevaya hewlên rijêmê de, û cextî li ser pêwîstiya liveke siyasî û diplomasî li gel dewletên çalak bo rawestandina tewanên li deverê dibin kir, her weha piştgiriya tevgera gelêrî bi tevaya şêweyan û gihandina dengên wan bo cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî