Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî saziya OCHA ya Navdewletî ya girêdayî Netewên Yekbûyî derbarê rewşa jinên ji Zindanîn Rijêma Elesed Rizgar Bûne kir.
Û Elherîrî ji saziya navdewletî daxwaza piştgiriya Jinên ji Zindanîn Rijêma Elesed Rizgar Bûne û li deverên rizgarkirî dijîn kir, nemaze ku ew di jiyaneke dijwar û rewşeke derûnî ya xerab de dijîn, ji ber tewanên ku rijêm dermafê wan kirine.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku ew li gel Komelgeha Jinên ji Zindanên Rijêma Elesed Rizgar Bûne bi amadebûna Ofîsa Karûbarê Jinan û Desteya Niştimanî bo Karûbarê Girtî û Windayan civiya, û li pirsgirêkên wan û rewşa dijwar yaku ew tê re derbas dibin guhdarî kir, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî di riya vê nameyê re xwestek û temîniyên wan vediguhêze.
Û Elherîrî di nameya xwe de got ku em temîniyên wan datînin pêşiya we, daku piştgirî ji wan re bibe, û derfetên kar bo wan dabîn bikin, di riya hevpişkên xwe yên li Sûriyê, û tê zanîn ku ew jin şehreza û xwedan şiyan in, û birek ji wan belgenameyên zankoyê bi wan re hene, û xwedan karînên zanistî ne, û berpisyariya malbatên xwe hildigirin.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî hêvîdar e ku hejmarek ji wan jinên ji zîndanên rijêmê rizgar bûne di nav kadroyên saziyên cîbicîkar ên hevparên saziya navdewletî de cî bigirin.
Û tekez kir ku bersivdana wan xwestekan dê pir girng be di piştgiriya jina Sûrî de, yaku êş û azarên girtinê kişandine û hîn jî piştî derketina ji zîndanê dikşîne, û amaje kir ku bersivdana erênî li gel van xwstekan dê tevaya aliyên bexşkar han bide li ser piştgiriya Jinên ji Zindanan rizgar bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî