Bi Serpereştiya Serokê Hikumeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, Rêvebiriya Tenduristî li Helebê ya girêdayî Wezareta Tenduristî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, di karê amadekirina alavên dermankirina pakirina dijî korona berdewam e, daku dest bi helmeta dermankirina kampan û saziyên Hikûmetê bikin.
Û ev jî di hundir rêşûnên xweparastinê û pilanên rûbirûbûna Vîrosa Korona de tê, yaku Hikûmeta Demkî ya Sûrî li deverên rizgarkirî pê radibe.
Û Rêvebirê Tenduristîya Helebê D. Mihemed Ridwan Kurdî, eşkere kir ku, Rêvebiriyê dest bi pirojeveke berfireh ji bo dermankirina kampan, cihên giştî, sazî, mizgeft, û zanko û dibistanan li gundewarê bakurê Helebê kiriye.
Û Rêvebirê Tenduristiyê bal kişand ku Rêvebirî li gel Encûmana Xwecihî li bajarê Ezazê li ser destpêkirina pirosesa dermankirinê li bajêr û kampên wî ji bo xweparastina ji Vîrosa Korona li hev kirine.
Û li gorî Wezîrê Tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, D. Meram Elşêx, mirovekî ji ber pêketina Vîrosa Korona canê xwe ji dest da, û Wezaretê sê pêketiyên nû tomar kirine, û bi van hejmara pêketiyên Vîros bi temamî gihîşte 54 kesan, 46 jê kes sax bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî