Hevbendiya Niştimanî dît ku mirina hejmarek mezin ji pizîşkan dema bi erkê xwe yê dermankirin û rûberûbûna êşa korona rafdibûn li gelek deverên di bin kontorla rijêmê de, nîşaneke metirsîdar û cihê şek û gumanê ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuaniyeke xwe de got ku siyasetên rijêmê û rêbazên wê yên bi mebest û nebûna zelaliya agahiyan di dema danûstandina bi vê rewşa bobelatî re, di hemî waran de, welat gihand vê rewşa ku tê de ye.
Û Hevbendiya Niştimanî anî ziman ku mirina pizîşkan îro rewşeke bobelatî ye, mîna pirosesek nehiştina kadroyên zanistî û pizîşkî ye, wek berdewamkirin û temamkirinekê ji rêbaza rijêmê ya leşkerî yaku pê karta pizîşkî armanc dike da wê ji kok de birûxîne, û hiştina gelê Sûriyê bê sîstemeke pizîşkî ya karibe xizmetan pişkêş bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku siyasetên rijêmê û şêweyê danûstandina wê bi nexweşiya korona re, rengek ji rengên tewankarîyê dermafê gelê Sûriyê ye, û Hevbendiyê berdewamkir û got ku li kêlek tewanên bombebaran û wêrankirin û koçberkirin û girtinê, rijêm sûr e li ser redkirina çareya siyasî û pabendiya bi biryarên navdewletî, û welat ber bi bobelateke mirovî û siyasî û civakî û tenduristî ya bêhempa biriye.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku Serjimêr amaje dikin ku ta niha zêdetir ji 60 pizîşkî jiyana xwe jidest daye, di dema nebûna ti karûbar û rêşûnên rûberûbûna vê nexweşiya vegir ya ku dibe bobelateke rastyeqîn, û cext kir ku ev tê wateya herifîna tekez ji karta pizîşkî û mezinbûna bobelatê re, bêyî ku alavên rûberûbûna wê hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî