Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Kurtenivîs û biryarên Dadgeha Navdewletî ya taybet bi dadgehkirina kujerên pakrewan Refîq Elherîrî û hevalên wî, li gorî karîn û desthilatên xwe yên biçûk hatin, û dê tenê bi pey kesayetan bikevin, û aliyên li paş wan radiwestin piştguh dikin.
Encamên ku dadgeh gihîştiyê tenê tekez dikin ku yê berpisyar di ber pirosesa kuştinê de, ji Hizbullah a Libnanî bû, û bal kişand ku rijêma Elesed û Hizbullah a terrorist sûdedar bûn, bêyî ku dadgeh karibe tiştekî ji yên ku xelkê qurbaniyan bendewarê wan bûn biçespîne.
Dadgehê nikarîbû delîlekî bibîne daku tewanê bi rijêmê û raydarên Hizbullah ve bi rengekî yekser girêde, cihê tewan lê bûye, berê û hîn jî, di bin kontirola wan aliyan de ye, û hîn ewlehiya Libnanê di bin kontirola wan de ye, û normal e ku ew berpisyar bin di ber windakirina delîlan de.
Desttêwerdanên rijêma Elesed û rola wêrankarî ya Hizbullah tê de li Libnanî lîstî, wek destikekî yekser ji rijêma Îranî re, alîkar bû di tevaya wêraniyên bi ser Libnanê ji deh salan de tên, û hîn ev çeteyên sitemkar û terrorîst di wêrankirinê de berdewam in, û hîn pilana xwe ya wêrankirinê û pirojeya koçberkirnê yaku serpereştiya wê dike, li Sûriyê û deverê ta vê kêliyê dike didome.
Divê tewankarê tuhmetbar Selîm Eyaş yê wek berpirs di Hizbullah de radestî dadgehê bibe, û divê tewankar Beşar Elesed û tewankar Hesen Nesrullah ji ber tewanên ku dermafê gelê Sûriyê û Libnanê kirine radestî dadgehê bibin.
Dadwerî li Libnan û Sûriyê dê pêkwere û dê tewanbar cezayê xwe ji ber tevaya tewanên li herdû welatên bira pêkanîne bibînin, û gelê Libnanê û yê Sûriyê dê azadiya xwe ya temamî bidest bixînin.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
19 tebax 2020