Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê, di daxuyaniyeke xwe de duh çarşemê, 2387 binpêkirinên rêkeftina agirbestê ya ji aliyê rijêma Elesed û Rûsiya ve pêkhatiye belge kirin, ew rêkeftina ku di 5ê adara 2020an de di navbera Tirkiyê û Rûsiya de pêk hatiye.
Û daxuyaniya Tîmê eşkere kir ku balefirên cengê yên Rûsî mezintirîn deverên tijî sivîl bi gelemperî û kamp bi awayekî taybet, yên ku hejmara wan bêhtir ji 74 kampan e, li deverên Elşêx Behir û Herbnoş û deverên derdorê armanc kirine, û êrîşê tirseke mezin di nav derbideran de çêkir, û tirsiyan ku careke din derbider bibin, ger armanckirina deverê careke din dubare bibe.
Û daxuyaniyê bal kişand ku bordomankirina çekên asîmanî yên Rûsî ji dever û kampên bakurê Sûriyê re, nîşaneke metirsîdar a operasyonên gurkirinê ye.
Û daxuyaniyê hişyarî da ji vegera operasyonên leşkerî li deverê û zêdekirina derdeseriyên sivîlan, û bal kişand ku dever nikare tevgereke nû ji derbideriyê bihewîne, nemaze di bin siya metirsiyên mezin ên belavbûna Vîrosa COVID-19 de, û nekarîna kampan a rûbirûbûna belavbûna Vîros.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê daxwaza rawestandina binpêkirinên agirbestê yên ji hêla rijêmê û Rûsiya ve ji tevaya aliyên têkildarê pirsa Sûriyê kir, û xwest ku bihêlin sivîl vegerin deverên xwe û tê de bi aramî bijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî