Serokê Hevbendiya Niştinanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel Balyozê Firansa li Tirkiyê Herve Francois Magro, li baregeha Balyozxaneyê li Paytexta Enqerê li dar xist, di çarçoveya helmeta navdewletî yaku Hevbendiya Niştimanî pê radibe ji bo komkirina helwestên navdewletî yên piştgir ji şoreşa Sûrîyê re.
Û Hevdîtina Serokê Hevbendiyê bi hevaltiya Cîgira Serok, Roba Heboş, û Endamê Desteya Siyasî Mihemed Silo bû, û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û rewşa deverên rizgarkirî gengeşe kirin.
Û herdû alî li ser rewşa tenduristî li Sûriyê çi li ser asta rêşûnên xweparastina ji Vîrosa Korona yên Hikûmeta Sûrî ya Demkî pêk anîne be, an têkçûna rijêmê di rûbirûbûna Bêtara Korona de axifîn.
Û civîngeran pêşketinên pirosesa siyasî nemaze amedekariyên ji bo lidarxistina rûniştineke nû ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê roja duşema dahatî, li gorî xiştekara xebatê ya li ser li hev kirine berçav kirin, û tekezî li ser pêwîstiya derketina encamin rastyeqîn, nemaze li ser asta gengeşekirina naverokên destorî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî