Hikûmeta Sûrî ya Demkî ragihand ku Rêvebiriya Tenduristiyê li Helebê, barê duyemîn yê dermên û alavên dermankirinê,yê ji alyê Sendoqa Qerzdanê ya Nûavakirinê li Sûriyê hatiye pêşkêşkirin wergirt.
Û Rêvebirê Tenduristiyê li Helebê, D. Mihemed Ridwan Kurdî, got ku li gorî pirojeyê Wezareta Tenduristiyê yêku Rêvebiriya Tenduristî li Helebê pê rabûye, wek bersivdaneke lezgîne ji rûbirûbûna bêtara Koronayê re, Sendoqa Qerzdanê ya Nûavakirinê li Sûriyê, barek ji alavên dermankirinê pêşkêş kir, li gorî pêdviyên nexwaşxane û navendên tenduristî li deverên rizgarkirî.
Û Rêvebirê Tenduristiyê got ku Rêvebiriyê keresteyên taqîkirinê yê di hundir pirojeya 136 de tê, radestî nexweşxaneya Exterînê kir, her weha barek ji alavên hawarçûnê ji aliyê Rêvebiriya Tenduristî ya Heleba azad radestî senterê Soran yê taybet bi jin û zarokan kir.
Û Rêvebirê Tenduristiyê bal kişand ku Rêvebirî di belavkirina alavên dermankirinê û dermên de ji Sendoqê bo nexwaşxane û senterên tenduristî li gundewarê Helebê berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî