Daxwiyaniyeke Rojnamevani
Sedema sereke ji birîna avê ji ser bajarê Hesekê, rawestandina karê îstgeha ava elok e, yaku li ser enêrciya eletrîka ji bendava Tişrînê dixebite, ya di bin kontirola milîsên PYDe yên terorît û rijêma Elesed de ne, ji ber ku van Milîsan eletrîk ji ser îstgehê birîye û ew jî bû sedema rawestandina avê.
Milîsên PYD bi awayekî dubare û bi mebest ji heyva mijdara 2019an de elektirîkê kêm dikin û dibrin, wek şêweyekî terroristî yê nû di dorpêçkirin û birçîkirinê de, bi mebesta serkutkirin û devgirtina xelkê û talankirina mafên wan, û di dû re derfetdîtina derdeseriyên xelkê Hesekê di warê siyasî û rojnemevanî de, di riya avêtina berpisyariyê ser milê aliyên din, û belavkirina tuhmetan bêyî ku ti bingehên rastî jêre hebin.
Hevbendiya Niştimanî ji nêz de vê doseyê dişopîne, û encamên vekolînan tekez kirin ku aliyên serpereştiya karê îstgehên ku dikevin nav xaka deverên rizgarkirî bi ti rawestandin an guhartinên nerênî li ser pirosesa avhatinê ranebûne, lê vajî wê ew di çêkirina îstgehê û misogerkirina karkirina wê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de berdewam e.
Gihîştina eletrîkê bo îstgehê dest pê bû, û careke din berdana avê dest pê kir, saziyên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi piştgiriya cihê sipasiyê ji aliyê Tirkiyê ve, di çaksazkirina bîrên avê li devera Elok ji dema rizgar bûye de berdewam in, û ji dema qewtandina komikên terrorist ji wê deverê de, û dê ew xebat ji aliyê kargehên erkdarkirî li deverê berdewam bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Riberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 tebax 2020