Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî derbarê kêşeya avê li parêzgeha Hesekê, diyar kir ku sedema sereke ji birîna avê re ji ser bajarê Hesekê, rawestandina karê wîstgeha ava elok e, yaku li ser enêrciya eletrîka ji bendava Tişrînê dixebite, ya di bin kontirola milîsên PYDe yên terorît û rijêma Elesed de ne.
Û Hevbendiya Niştimanî di Daxwiyaniyeke Rojnamevanî de, got ku Milîsên PYD bi awayekî dubare û bi mebest ji heyva mijdara 2019an de elektirîkê kêm dikin û dibrin, wek şêweyekî terroristî yê nû bo dorpêçkirin û birçîkirinê, bi mebesta serkutkirin û devgirtina xelkê û talankirina mafên wan.
Û daxwiyaniyê got ku milîsên PYDe yên terrorist derdeseriyên xelkê Hesekê di warê siyasî û rojnemevanî de bi kar tînin, di riya avêtina berpisyariyê ser milê aliyên din, û belavkirina tuhmetan bêyî ku ti bingehên rastî jêre hebin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku piştî şopandina vê doseyê û vekolîna encaman, tekez bû ku aliyên serpereştiya karê wîstgehên ku dikevin nav xaka deverên rizgarkirî bi ti rawestandin an guhartinên nerênî li ser pirosesa avhatinê ranebûne, lê vajî wê ew di çêkirina wîstgehê û misogerkirina karkirina wê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de berdewam e.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku saziyên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi piştgiriya cihê sipasiyê ji aliyê Tirkiyê ve, di çaksazkirina bîrên avê li devera Elok ji dema rizgar bûye de berdewam in, û ji dema qewtandina komikên terrorist ji wê deverê de, û dê ew xebat ji aliyê kargehên erkdarkirî li deverê berdewam bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî