Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekez kir ku Navenda Xizmetkariya Welatiyan di Hikûmetê de careke din karê xwe di pesindkirina bawernameya duwenavencî a giştî bi hemû şaxên xwe û hînkirina seretayê û navencî dest pê kir, piştî ku bi dirêjiya du hefteyan ji ber sedema rêşûn û rêkarên taybet bi Vîrosa Korona rawestiyabû.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî, li ser zimanê Berpisyarê Pesendkirina bawernameyan di Navenda Xizmetkariya Welatiyan de, got ku sedema derengmana gihiştina doseyan bo xwediyên wan belgeyan di dema dawî de, ji ber rwastandina kar bi dirêjiya 14 rojan di çarçoveya rêşûnên xweparastinê de hat.
Û malperê got ku bi rewastandina kar re navendê bi alîyên têkildar di Hikûmeta Tirkî de re axifî, ku kar dê piçekî raweste, û aliyê Tirkî gotin ku ewê bi çavê guhdanê li doseyên welatiyan yên li ba aliyên fermî binhêre, û di pêşî de tomarkirina di zanîngehan de, û malperê berdewam kir û got ku biderxistina kaxezan tekez dike ku bawername hatiya şandin di riya postê re, û dê derengman were pejrandin, ji bo temamkirina kaxezan paş re ger dernegbûn çêbûn.
Û malperê bal kişand ku ji dema rûdana korona de kaxez û dosye di riya postê re têne pêşwazîkirin, û danûstandin li gel doseyên hatine şandin dê di du rojan de were pesendkirin û ji xwediyê wê re were şandin, û sedema kombûna wan kaxezan di dema niha de ji ber rawestandina karê navendê ye, bi sedema rêşûnên xweparastinê û cîbicîkirina wan rêşûnan bû.
Û Berpirsê Pesendkirina Bawernameyan di Navenda Xizmetkariya Welatiyan de bal kişand ku ofîs niha bi hemû hêza xwe dixebite, û ew ji katijmêr 8 sibeh de ta katijmêr 8 êvarî kar dike, daku nêzîkî 150 doseyî her roj bicih bîne, û roja dî ji Îyaletên ku ew dose jê hatine re bişîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî