Komîteya Diyaloga Niştimanî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, îro şemiyê, civînek lidar xist, û amadekariyên dawîn ji bo lidarxistina hevdîtineke şêwirdarî ya ku Hevbendiya Niştimanî li gel komeke ji kesayet û aliyên çalak ên siyasî yên Sûrî pê redibe gengeşe kir.
Wek beşekî ji pilana Hevbendiya Niştimanî di pêwendî û danûstandina li gel cûrbecûr pêkhatên gelê Sûrîyê yên li hundir û derve.
Û amadebûyan lîsteyên navên dê di civînê de beşdar bibin gengeşe kirin, û Cîgirê Serok, Uqab Yehya, diyar kir ku, civîn dê beşekî berfireh ji cûrbecûr reng û pêkhatên gelê Sûriyê di hundir tevgereke giştî de li xwe bigire, û Hevbendiya Niştimanê dê di qonaxa dahatî de li dar bixîne, ji bo xurtkirina diyaloga niştimanî û pêşxistina nerîna siyasî li ser wê bingehê.
Û bal kişand ser ku di nav civîna îro de, endamên komîteyê hatin erkdarkirin ku divê pêwendiyê li gel kesayet û aliyên çalak ên cûrbecûr û cuda bikin, wek: file, elewî, kurd û dirzîyan, her weha kar bibe ji bo bidawîkirina qonaxên dawîn ên hazirkariya ji vê hevdîtina şêwermendî re di dema nîzîk ya dahatî de.