Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêngava Hikûmeta Holenda sitandiye derbarê bizavên ji bo sizakirina berpirsên îşkencê li Sûriyê bilind dinirxîne, û piştgiriya xwe ya tam anî ziman ji karên têne kirin re ji bo dabînkirina mafên qurbaniyan û nehiştina ku tewanbar ji sizakirinê rizgar bibin, û diyardeyên kuştin û îşkencê yên hovane yên wek kiryarekî rêbazkirî û sitratîcîiyek a bingehîn e li cem rijîma Elesed nemînin.
Tevlêbûna Ofîsa Parêzeran û Dadweriya Navdewletî “Guernica 37” bo vê dozgeriyê, û hevkariya li gel Hikûmeta Holenda ji bo şopandina dosyayê tevlêkirineke girîng e, lê hewcedarî hevpeymaneke navdewletî ye, daku mafên mirovan li Sûriyê biparêzin, di riya veguhestina sûcdaran berve dadweriyê û rizgarkirina qurbaniyan re.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, wek nûnerê rewa yê gejê Sûriyê, daxwaza bikaranîna mîkanîzmin nû dike, daku vetoyê Rûsî yê astengan desrdixe û nahêle doseya tewanên dijî mirovahiyê bighê Dadgeha Tewankariyan ya Navdewletî li paş xwe bihêle, û careke din pejrandina xwe ji taybetmendî û pisporiya dadgehê re dubare dike, daku dadgeh li tewanên mezin yên li Sûriyê pêkhatine li gorî movika 3yem ji madeya 12emîn a Sîstema Roma Ya Sereke temaşe bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dixwaze nûnertiya rijêmê ji dezgehên navdewletî hilîne, an mafê endamtiya rijêmê rawestîne, li gorî madeyên 5û 6 ji peymana Netewên Yekbûyî.
Rijêma Eelesed di sivkatiya xwe bi biryarên navdewletî berdewam e, û bi awayekî beloq Peymana Netewên Yekbûyî û pirensîpa mafên mirovan binpê dike, û pabendiyê bi ti bendên rêkeftinên dijî îşkencê yên ku pesend kirine nake, û Hevbendî daxwaza çareya ji kok de dibe, ji ber ku rijêm li ser xwîn û termên Sûriyan dijî, û Hevbendî ji aliyên dost dixwaze ku pêngavin cidî ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn bavêjin, li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekarî 2118 û 2254 û biryara Civata Giştî 262/67.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 îlon 2020