Bi hevrêzkariya Ofîsa Revendan, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel Encûmena Revenda Sûrî li Kendeda lidar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên rewşên meydanî û siyasî herweha rewşa sûriyên li Keneda dijîn kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, û Endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî amade bûn, her weha Serokê Encûmena Revenda Sûrî li Keneda D. Ismlaîl Elselxedî, û Endamê Encûmena Revenda Sûrî li Keneda Sibhî Elhemod, amade bûn.
Û ev civîn wek temamkirinekê ji karê Ofîsa Revendan re ye, ji bo xurtkirina pêwendî û hevbeşiya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encûmanên Revendên Sûrî li dewletên cîhanê.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî li ser girîngiya yekbûna Revendên Sûrî li cîhanê axivî, daku li welatekî zêdetir ji saziyeke revendekê tune be, û tekezî kir li ser pêwîstiya parvekirina Revenda Sûrî ya Keneda ji agahiyan re li gel Hevbendiya Niştimanî derbarê karên Revend pê radibe, her weha destkeftên pêktînin û dikevin xizmeta doza gelê Sûrî li dewletên ew lê dijîn.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, şiroveyek li ser pêşketinên pirosesa siyasî ji destpêka daxwiyaniya Cinêvê û heyanî biryarên navdewletî 2118 û 2254 ta bighê avakirina Komîteya Destûrî û lidarxistina her sê gerên wê yên dawîn pêşkêş kir.
Û Elhesen bal kişand ser hewildanên rijêma Esed yên beravêtîkirina çareya siyasî, û paşxistina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî, û got ku ev rijêm çareya siyasî napejrîne, û hîn xwedispêre çareya leşkerî ya xwîndar.
Û Endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî li ser pêngavên bicî hatine di rêya yekrêziya togeyên leşkerî û avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûrî axivî, û şiroveyek li ser rewşa meydanî û binpêkirinên berdewam ên ku milîsên rijêmê pêk tînin pêşkêş kir.
Û tekez kir ku rijêm û piştgirên wê di her dem rêkeftinên kêmkirina şer li deverên rizgarkirî binpê dikin, û li ser tewanên ku milîsên PYD pêktînin dermafê sivîlan ji teqîn û mayînkirina otombêlan û bombebarankirina deverên aram axivî.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Revenda Sûrî li Keneda D. Ismlaîl Elselxedî û Endamê Revendê Mamoste Sibhî Elhemod li ser serkeftinên xwendekarên Sûrî li Keneda axivîn, û behsa xebatên ku Revenda Sûrî dike taku Sûriyên li Keneda ji bilî xwe re nimîne bin kir.
Her weha behsa rola girîng yaku Revenda Sûrî li Keneda dilîze derbarê rênedana Qonsolosê rijêmê ku li Keneda bibe Qonsolos kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî