Giropê karê destûrî yaku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ava kirîye, îro duşemê zincîrek ji hevdîtinên xwe yên teknîkî berdewam kirin, wek haziriyê ji gera çaremîn ji xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî re, yaku dê di destpêka heyva dahatî de li Cinêvê lidar bikeve.
Û Hevrêzkarê Girûpê, Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, got ku Girûpa Kar di gengeşiyê de hejmarek ji lêvegerên li ser lihev hatiye lihevkirin di bingehên rêşûnî de ji karê Komîteya Destûrî ya ji aliyê Netewên Yekbûyî ve derketine berçav kirin, nemaze 12 pirensîpên zindî, û ezmûnên destûrên Sûrî yên berê, her weha kaxetên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî ya Sûrî ya berfireh di amadekariyên gerên berê de bicî anîne.
Û Girop li ser gengeşeya hejmarek ji dozên hîn li ser maseya gengeşeyê ne di Komîteya Destûrî ya Sûrî de kar dike, û xebatê ji bo dariştina pêşniyarên madeyên destûrî derbarê wan dozan ji bo piştgiriya şandê desteya danûstandinê ya Sûrî di Komîteya Destûrî di navbera gerên wê yên dahatî de dike.
Û girûp ji Endamin ji Komîteya Destûrî ya Sûrî û Endamin ji Destaya Danûstandinên Sûrî û Andamin ji Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî pêk tê.
Tê zanîn ku gera berê xebatên xwe di dawiya heyva borî de bidawî kirin, û Nûnerê Taybet yê Navdewletî bo Sûriyê, Gere Pederson, ragihand ku aliyên beşdar di Komîteya Destûrî ya Sûrî de li ser lidarxistina civîna tê di destpêka heyva dahatî de lihev kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî