Saziya Human Rights Watch pêşwaziya pêngava Holenda ragihandiye kir, ya derbarê giliyên dadgehan yên dijî rijêma Esed bi sedema berpirsyariya wê di ber pêkanîna tewanên dijî mirovahiyê de.
Û Rêvebira Alîkar ya Dadweriya Navdewletî di Saziya Mafnasî de, Belqîs Cerah, got ku divê tevaya hikûmetan, nemaze hikûmetên tewanên hovane yên belgekirî yên rijêma Elesed pêkanîne metrsîdar dîtine, pêşwaziya eşkere ji vê pêngavê re bikin, û ji bo serweriya yasayê li riyên mîna wê bigerin.
Û Cerah got ku bi dirêjiya salan bi hezaran di zîndanên rijêma Elesed de rastî birçîkirin û lêdan û îşkencê bi awayekî rêbazkirî hatine.
Û dît ku bikaranîna rêkeftina dijî îşkencê bo daxwazkirina dadweriyê, Holenda bergiriya hejmarek mezin ji qurbaniyan dike, di rêşûnekê de ku heye li dawiyê gilî bo dadgeha herî bilin li cîhanê rakin.
Û îna borî Hikûmeta Holendî di daxwiyaniyeke xwe de ragihand ku wê wezareta rijêmê di riya yadnameyeke diplomasî re agahdar kiriye, ku nîyeta wê heya ku li ser “binpêkirinên mezin dijî mafên mirovan yên ku rijêmê dermafê Sûriyan pêkanîne siza bike, û herweha ji ber binpêkirina wê ji naveroka rêkeftina Netewên Yekbûyî ya dijî îşkenceyê re”.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de, tekezî li ser pêngava Hikûmeta Holenda sitandiye derbarê bizavên ji bo sizakirina berpirsên îşkencê li Sûriyê kir, û piştgiriya xwe ya tam ji karên têne kirin re ji bo dabînkirina mafên qurbaniyan anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî