Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûr ve li gel Kombenda Koçberkiriyên Başûrê Sûrîyê lidar xist, û li daxwaz û pêdviyên wan guhdarî kir, û bi wan re ketwarê devera başûr bi tevaya parêzgehên wê ve û berdewamiya tewanên rijêma Elesed û milîsên mezhebî dermafê sivîlan gengeşe kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Penaber û Derbideran, Emel Şêxo, û Endamên Desteya Giştî, Ednan Rehmon, Welîd Îbrahîm û Îmad Berho amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pilana karê Hevbendiya Niştimanî yaku girîngiyê dide çakkirina ketwarê Sûriyan û xurtkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rêvebirina deverên rizgarkirî de û bilindkirina asta ewlehî û xizmetguzariyê li wan deveran axivî, her weha bihêzkirina têkliyên li gel Netewên Yekbûyî û dewletên dost û yên birayên gelê Sûriyê.
Û Elherîrî bal kişand ser karê Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina pêwendiyên li gel tevaya partî û şepêlên siyasî yên Sûrî, her weha zêdekirina hevkarî û hevrêziyê li gel sazî û çalakiyên şoreşgerî.
Û Elherîrî şiroveyek li ser pêşketinên siyasî û encamên gera dawîn ji karê Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê pêşkêş kir, û tekez kir ku rijîma Elesed û piştgirên wê hîn ne cidî ne di pirosesa siyasî de, û dît ku sedema wê necidîbûnê tinebûna vîna navdewletî ye, yaku divê rijêmê bi zorê berve çareya siyasî de bajo, di riya cîbicîanîna temam ji biryara 2254 re.
Û amadebûyan rewşa kesên ji deverên başûr koçberî bakurê Sûriyê bûne gengeşe kirin, û Endamên Kombendê li ser xebat û karên ji bo dîtina saziyeke gelêrî daku yên bi kotekî koçber bûne kom bike û nûnertiya wan bike axivîn, her weha dengê wan ê pêgir bi pirensîpên şoreşa Sûrî bighîne.
Û bal kişandin ser karê xwe derbarê serjimariya tam û berfireh û rasteqîn ji tevaya koçberên başûrê Sûriyê re, û cihên ew lê, û naskirina girîngtirîn pêdviyên wan, her weha diyarkirina ketwar û derdeseriyên wan, daku xebat li ser dabînkirina mafên koçberan û beşdariya wan di dozên çarenûsî de yên girêdayî pêşeroj û raiya şoreşê û pêşeroja welêt bibe. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî