Rêvebiriya Elektrîkê ya Heleba Azad ya girêdayî Wezareta Rêveberiya Navxweyî û Xizmetguzariyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, di pirosesa danîna torên eliktirîkê û çaksazkirina yên heyî li bajarê Cerablis û gundewarê wê de berdewam e.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî, ji Rêvebirê Elektrîkê yê Heleba Azad veguhist ku Rêvebirîya Elitrîkê bi pirosesên çaksazkirinê li hejmarek ji navendan rabû, wek navenda Benkê, navenda Kiniştê, navenda Elmesar, navenda kampa Elemarne, û navenda Cerablusa jêrîn û navenda Elşiyox.
Û bal kişand ku karên di hin navendan de pêkhatine ev in: Amadekirin û siwarkirina tebloyan û guhartina keblên elektrîkê yên di navbera tirans û alavên dan û birîna elektrîkê de, û kar li ser guhartina toreya kevin bû, û bi hinên nû hatin guhartin.
Û Rêvebiriya Elektirîkê toreyên li banî dûzan kirin, û tebloyên belavkirinê hatin nûkirin, û tiransek bi hêza 630 KVA hate amadekirin.
Û Rêvebirê Elektrîka Helebê bal kişand ser pirosesa çêkirina berdewam ji toreyên elitrîkê re, û diyar kir ku piroje bi xwe bi piştgiriya Sendoqa Qerzdayînê ya nûavakirina Sûriyê bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî