Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek bi navê Hevbendiya Niştimanî û bi navê gelê Sûrî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, û Emîndariya Giştî ya Netewîn Yekbûyî bi boneya Roja Cîhanî ya Aşitiyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de tekezî li ser rêzdariya mezin yaku Hevbendiya Niştimanî dide rola paqij yaku Emîndarê Giştî pê radibe kir, her weha rola kartêker ya Netewên Yekbûyî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî bo bi milyonan Sûrî di hundir Sûriyê de, daku pêdviyên wan ên lezgîn û sereke dabîn bike, her weh piştgiriya siyasî ji şoreşa sûriyê re bike.
Û Elherîrî di nameya xwe de bal kişand ser rêzgirtina Hevbendiya Niştimanî ji rola berçav ya Emîndarê Gitî, her weha rola girîng ya Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, yaku îro ragihand ku wê ev roj ji bona xurtkirina sincên aştiyê terxan kirîye, di riya pabendiya 24 katijmêran bi nebûna tundûtûjiyê û çesipandina agirbestê.
Û Elherîrî di nameya xwe de cextî li ser pêwîstiya ku Emîndarê Giştî û Netewên Yekbûyî berpisyariyên xwe hilgire kir, her weha bikaranîna tevaya karînên bedrest, daku aştî û aramîya navdewletî misoger bike, û armancên Netewên Yekbûyî li Sûriyê û dewletên dîtir li deverê pêkbîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di dawiya nameya xwe de hêviya aştî û aramî û geşepêdanê ji tevaya dewlet û gelan re xwest, her weha hêvî kir ku derdeseriyên gelê Sûrî yê xebatê ji bo pêkanîna azadî û rûmetê ji zêdetir ji neh salan de dike bi dawî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî