Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di riya toreke telfizyonî ya girtî re, civînek li gel kesayetin niştimanperwer, siyasî û sivîl ji xelkê parêzgeha Hesekê lidar xist, wek beşekî ji zîncîrek ji hevdîtinên ku Komîteya Cezîre û Ferat derbarê devera rojhilat pê radibe.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Cîgirê Serok, Uqab Yehya, û Emîndarê Giştî, Abdulbasit Abdulletîf, û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo, û Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan, Ebdellah Gedo û Salim Elmislit û Endamê Desteya Giştî Mihemed Welî û Ebdulbast Hemo, her weha bêhtir ji 30 kesayetiyên nûnertiya cûrbecûr pêkhatên parêzgehê dikin amade bûn.
Û ev civîn beşek ji sê beşên civînên ku Hevbendiya Niştimanî li ser dixebite, bo lidarxistina kongirekî berfireh bo deverên rojhilat bi her sê parêzgehên Dêra Zorê, Elreqa û Elhesekê, daku desteyek ava bibe, bo nûnertiya xelkê devera rojhilat û daxwazên wan bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser rewşa Sûrî ya giştî û asoyên pirosesa siyasî û pêşketinên rewşê li devera rojhilat pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya parêzgeha Elhesekê yaku nûnertiya Sûriya biçûk bi cihêrengiya xwe ya olî û nijadî dike kir.
Û Elherîrî bal kişand ku parêzgeha Elhesekê rastî zordariyeke dutaq hatiye, ji ber ew piştî zordariya rijêma Elesed rastî zordariya milîsên PYD hat, û li ser diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û PYDê û tiştê ku PKK ya terrorist pê radibe ji tewan û kiryarên terroristî dermafê xelkê deverê axivî, û pêgirya PKK bi pirojeya paşdaxistina diyalog û danûstandinan yaku metirsiyê li ser pêşeroja Sûriyê her weha li ser yekîtiya gelê Sûrî û xaka wê çêdike.
Û zelal kir ku Hevbendiya Niştimanî bûyeran dişopîne û çaverêya encaman e, û tekez kir ku ew vegera nişteciyan bo deverên wan ên resen dixebite, û ji bo rêvebiriya xwe bi xwe bikin, û di pirosesa pilan û rêvebiriya xwcihî de beşdar bibin.
Û Cîgirê Serok û Hevrêzkarê Komîteya Cezîre û Ferat, Uqab Yehya, bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyê li gel çalakiyên sivîl û laşên siyasî û kesayetên niştimanperwer ji xelkê parêzgeha Hesekê, û got ku Hevbendiya Niştimanî li ser lidarxistina rûniştinên bêhtir û şêwirdariyan li ser rewşa giştî li Sûriyê kar dike, her weha şopandina ketwarê deverê û astengî û daxwazên parêzgeha Hesekê.
Û cext li ser giringiya nerîna hevbeş û meşa li gorî nexşerêya zelal a rêya giştî ya şoreşa Sûrî û daxwazên gewherî yên gelê Sûrî kir.
Û amadebûyan komek ji axaftinan pêşkêş kirin, û tê de tekezî li ser girîngiya gihiştina girêbesteke civakî yaku hevjiyana aştiyane dabîn bike, û retkirina dîktatoriyê û terora rêxistinên sînora derbas dikin kir.
Û amadebûyan hejmarek ji pêşniyarên dê di dema dahatî de kar li ser bibe axivîn, û cextî li ser giringiya berdewamiya van hevdîtinan li gorî pirogrameke zelal kirin, daku bighên pişikdariyeke rasteqîn û çalak li gel hevbendiya niştimanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî