Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî civînek ji dûrve li gel Nûnerê Almaniya li bal Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê, Kirîstof Hesgen lidar xist, û pêre dawîtirîn pêşhartên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe kir, ev kar li rex civatên Giştî yên Netewên Yekbûyî ya gera 75an hat.
Û di Hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulehed Istêfo, û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyî, Meryem Çelebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka amade bûn.
Û Serokê Hevbendiyê Sipasiya xwe ji Almaniya re li ser pêşwaziya wê ji penaberên Sûrî re li ser xaka xwe û serederiya wê ya baş bi wan re kir, her weha helwesta wê ya paqiş derbarê şoreşa Sûrîyê, û piştgiriya wê ji daxwazên gelê Sûrî re bo pêkanîna azadî û rûmetê, û piştgiriya doseya lêpirsîna kesên tewanên cengê pêkanêne daku nehêle tewanbar ji cezayan rizgar bibin.
Û Elherîrê li ser encamên karên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku hêvî sar kirine axivî, û tekez kir ku rijêm hîn bi awayekî cidî tevlî pirosesa siyasî û bi taybet ya destûrî nabe, û got ku ta niha lihevkirin li ser xiştekara xebatên gera dahatî çênebûye, ew jî lidarxistina gerên berdewam dijwar dike.
Û Diktor Nesir Elherîrî li ser rewşa giştî li Sûriyê piştî derbasbûna 5 salan di ser destopêka dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê axivî.
Û tekezî li ser pêwîstiya nehêştina nûnerê rijêmê di Encûmena Ewlekar de kir, û bal kişand ku rijêm ji ber kuştina bi sed hezaran sivîl û awarebûna bi melyonan berpisyar e, û daxwaza radestkirina danişgeha Sûriyê di Netewên Yekbûyî de bo Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji ber ku ew nûnerê rewa yê Sûriyê û gelê wê ye.
Û tekezî li ser girîngiya nûdestpêkirina pirosesa siyasî û vekirina sepetên dîtir li kêlek karên Komîteya Destûrî kir, û cextî li ser gihîştina çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî