Wezîrê derve yê Erebistana Siûdî Adil Elcibêr, doh yekşembê li patyeta Erebistana Siûdî Riyad, di kongirê rojnamevanî de, tekez kir ko rêjîma Esed û Îran çavdêriya tiroristiyê li herêmê dikin.
Elcibêr destnîşan kir ko beşdarbûna dewletên cîhana Islamî di komcivînê de pir bû, û bêtir got ko rêjîma Esed û Îran “nijadperestiyê dikin û rêzê li yasaya navdewletî û mafên mirovan nagirin, û çavdêriya tiroristiyê dikin.”
Elcibêr bal kêşand ser ko “ew dewlet hîç nabe rola wan di wek vê komcivînê de hebe “. Wezîrê derve yê Siûdiyê berdewam kir got: “eger Îran bixwaze cihê wê di van komcivînan de hebe gerek dev ji piştgiriya tiroristiyê berde û têwerdanê di karûbarê dewletên herêmê de neke.”
Û serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî roja înê di dawiya gera danûstansinên Cinêv6 de daxwaz kir ko rêjîma Îranê li ser piştgiriya wê ji rêjîma Esed re û têwerdana eşkere di Sûriyê de siza bibe.
Elherîrî got ko wan nameyek ji Stîvan Dî Mistora re li ser rola Îranê ya xerab li Sûriya û herêmê pêşkêş kiriye, û tekez kir ko Îran dewleteke jirêçûyî ye, û bi şêweyekî nerewa têwerdanê di Sûriyê de dike, û bi dehan nandoz û tirorist anîne, ji milîtanên Hizbulaha Libnanî û Îraqî û milîtanên mezhebperest yên ko kuştin û tawankariyên cengê li Sûriyê belav kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans